Malper | Nivîskar | Xidir Ûso | Gelo mirovên di Erdhejê de mirin, ji ber xanîyên kelpîç bû yan ji polîtaka dewletê bû?

Gelo mirovên di Erdhejê de mirin, ji ber xanîyên kelpîç bû yan ji polîtaka dewletê bû?

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Xidir Ûso /Hêza aborî û erka dewletê di destê kê de be, çi mixabin li wî welatî çapemenî, weşan û medîya jî di bin destê wan de ye û li gorî berjewendîyên wan tevdigere. Lê divê em qebûl bikin ku teknolojîya navneteweyî û înternetê ji dervî îradeya serdestan qadek medyaya azad vekirîye.

Em tev bi erdheja ku li gundê “Kovancilar” û Dep`ê çêbû hesîyan. Di vê erdhejê de 41 yek mirovî jîyana xwe wendakir.

 

Xala ku medîya tirk herî pir li ser sekinî û agir bi nava meriv xist û hêstirên me herikand, rewşa kurikê heyşt (8) salî, bi navê Keko ku dayik û xweha xwe windakiribû. Heta Keko bi mirina wan nehisîyabû, ji ser kavilê xênî ranebû, zarezar û îskeîska wî bû, bangî dê û xwîşka xwe dikir! Piştî ku xebera mirina wan jê re gotin, çû xwe avêt ser gora wan û nûze nûza wî bû digiriya!

 

Him rayedarên dewletê û him jî medîyayê, ji xeynî Ahmet Altan û çend îstîsnayan, hema bêje tu kesî rastîya mirina wan mirovan negotin. Bi giranî sûcdar xanîyên kelpîç bûn û xwedîyê wan xanîyan bûn ku çima xanîyên tebût û tekûz avanekiribûn.

 

Halbûbû ku pisporekî erdhejê, berî bi sê roja rapor dabû berpirsîyarên dewletê ku wê erdhejek di lerza bilind de çêbibe. Lê berpisîyaran kesek agedar û serwext nekir, di ser guhên xwe re avêtin; yanî ji mirina wan mirovan re çavê xwe girtin. Dûvre yek bi yek hatin ser gorên kavilên xanîyên kelpîçî hêstirên tîmseha barandin!

 

Em zanin ku li wê herêmê her ji çend sala erdhejek çêdibe û bi sedan/hezaran mirov binax dibin û jîyana xwe wendadikin. Wek erdhejên ku li Licê, Bîngol, Erzîncan, Erzerom û Betlîsê çêbûn.

 

Wê herêma, dewlet baş dizane ku herêma erdhejê ya dereceya yekê ye. Çimkî di jêrzemîna erdê de qelşek di qalikê zemîn de heye û li gorî şêweyê livîna qalik lerzên erdhejê pêktên.

 

Ji ber êrîş, talan û bacên dewletê yên giran mirovên wê herêmê hertim xizan mane û nikarin ji xwe re xanîyên tekûz avabikin.

 

Dewletê hertim bi çavê dijmin li mirovên Kurd nerîne; loma ji bo ku jîyana wan têxin ewlekarîyê û pirsgirêkên wan çareser bikin tu carî xwe nexesirandîye û serê xwe neêşandîye.

 

Halbibe ku dewlet çaryeka baca wan li wan xerc bike, yan ji hezarî yek hatina petrol, maden û elektrîka ku ji Kurdistanê bi destdixe xercbike, wê ji wan kesên xizan tevî re xanî avabike û kargehan jî çêke ku tê de karbikin û debara xwe bikin.

 

Bi pereyên ku ji Kurdistanê kardikin, li ordî, polîs, îstîhbarat, brokrasî û hêzên taybet xercdikin û pê bêtir zarokên Kurdan dikujin û gelê Kurd dieciqînin.

 

Gelo çend “tirkên” ku di 1934an de ji Kovancilar`a Romanya bi berdêlî anîn Kovancilar`a Xarpêtê di erdhejekê de jîyana xwe wendakirine?!

 

Baş e, van tirkên Roman di erda kê û di dewsa kê de hatin bi cîkirin? Di dewsa Ermenîyan de, yan Kurdên hatin wendakirin de!

 

Em bala xwe didinê li her derê Kurdistanê, tirkên ji dewletên Balkan û ji yê Qafqas, heta bi Azerî, Tukmen`ên Iraq, Iran û Afgan bicîhkirine.

 

Çarîka perê ku li vana hatîye xerckirin, li Kurdan bihata xerckirin, tu Kurdekî xizan nedima.  Lê dewleta mêtinkar, ji dêvla ku bi Kurdên ku xwedîyê vi welatîne li hevbike û mafê wan yê demokratîk û neteweyî qebûl bike, bêtir serê xwe bi tirkkirin û asîmîlekirina Kurdan re diêşîne.

 Divê her Kurdek zanibe ku heta wek welat û netewe rizgar û azad nebe, di her warê jîyanê de jîyana wan, ya zarokên wan û heta ya nevîyên wan wê di tehlûka mirin, xizanî û nezanîyê de be.
Pêvedankên wê daxe jêr. Pêvedankên wê daxe jêr. >> keko3_1__782934737.jpg
Jîndar 2009©