Malper | Nivîskar | Nivîskarên Mêvan | Kurd jî, dixwazin wek miletên din bibin dewlet û an jî otonom/federe…

Kurd jî, dixwazin wek miletên din bibin dewlet û an jî otonom/federe…

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Îbrahîm Guçlu /Di van salên dawî de û bi taybetî jî salek e ku encama projeya hikumetê û dewletê di derbarê “pirsa kurd” de gengeşî di dora yekem de ye. Her roj, li ser “pirsa kurd” û li ser pirsa neteweyî ya kurd bi dehan nivîsar tên nivîsandin û programên televîzyonan tên bi dar xistin. Li cem vê yekê jî, girêdayî PKKê û KCKê operasyon û girtin jî dom dikin. Her roj li dadhgehên dewleta tirk bi dehan kurd ji bona fikir û xebatên kurditî tên darizandin/ dadgeh kirin.

Ev rewşa bi dehan salan e ku bi vî awayî dom dike. Ew jî derdixe holê ku pirsa Tirkîye`yê ya navendî û stratejîk, pirsa neteweya kurd e. Loma jî, dema ku pirsa neteweya kurd çareser nebe, gelê kurd negihîje mafên xwe yên desthilatdarî û kollektîf, ew rewşa dê hîn dom bike û pirsa neteweya kurd dê di rêza yekem ya rojeva Tirkîye`yê de ciyê xwe bigre û li Tirkîye`yê demokrasî ava nabe.

  

Minaqeşeyên li ser neteweya kurd û tevgera wê, her demê gorî berjewendiya dewleta tirk ya kolonyalîst jî tê guhertin. Di van demên dawî de jî, pirsa kurd bi awayekî din tê manîpule kirin. Tê gotin ku kurd, li Bakurê Kurdistanê dewleteke serbixwe û an jî otonomîbûnê/federebûnê daxwaz nakin. Yan jî gelek kêm kes û kategoriyeke civatê vê yekê daxwaz dike. Dewleta tirk û îdeolog û dezgehên wê jî, vê nerînê encama ankêtan/lêkolîna dixwazin nîşan bidin.

Ev anket rastiyê nîşan nadine, anket jî girêdayî armanceke ne dilsozî û armanca girêdayî hesabê dewletê tên amade kirin.  

Kurd jî dixwazin qasî miletên din xwediyê maf bin…

 Dewleta Tirk ya Kolonyalîst, piştî ku ava bû û hewecedariya wê bi kurdan nema, an jî dîtin dema ku mafên kurdan nas bikin wê demê qewimandina miletê tirk pêk nayê,  hebûna neteweya kurd înkar kir. Got ku “Kurd, neteweyek nîn e. Kurd tirk in.” Ew jî, ji bona îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzmê bû teoriyeke serek.  Piştî vê teoriyê jî,  dewleta tirk teoriyên din yên ne rasyonel diyar kir û îddia kir ku “yek tirkek bedelê dinyayê” û serkanîya hemû zimanên li dinyayê  tirkî ye.  

Dewleta Tirk, bi dehan salan girêdayî van teoriyên neaqilane tevgeriya û li hemberî kurdan pozîsyona xwe dîyar kir. Ji bona vê jî her daxwazeke gelê kurd ne rewa qebûl kir û ji bona ku ew daxwaz û tevgera kurd bê şikandin, hepisxane, koçberkirin, jenosîd, zor, qetlîam bi kar anî.   

Dewleta Tirk, ev nerîna xwe ya di derbarê kurdan de, bi rêya dezgehên dewletê, bi “Dezgeha Zimanê Tirk” û “Dezgeha Dîroka Tirk” û bi destên îdeologên xwe meşand. Dezgehên dewletê û îdeologên wê ji bona ku tunebûna kurdan îspat bikin, bi sedan û bi hezaran lêkolîn kirin û gelek nazariyên derewîn qewimandin.. Lê di encamê de jiyan bi serket. Kurdan, bi jiyana xwe, bi tevger û têkoşîna xwe zor da dewletê ku dewlet bi fermî jî nebe, hebûna kurdan ne fermî be jî qebûl bike.    

Ev pêvajoya qebûlkirina kurdan ya ne fermî li Tirkîye`yê, bi Turgut Ozalî dest pê kir. Ozalî diyar kir ku li Tirkîye`yê 12 Mîlyon kurd dijîn. Pişt re jî Demîrelî û Înonuyî li Diyarbekîr`ê diyar kirin ku “pirsa kurd” realîteyek e. Ev pêvajoya qebûlkirina kurdan a ne fermî bi Mesud Yilmazî, Tansû Çîllerî û R. Tayyîp Erdoganî dom kir. Tansu Çîllerî, bi modela Baskî û Mesud Yilmazî bi gotina xwe ya “rêya Yekîtiya Ewrupayê di Diyarbekîr`ê re derbas dibe” û R. Tayyîp Erdoganî bi gotina xwe ya “Pirsa kurd realîteyek e û hem jî li Tirkîye`yê realîteyeke nevandî ye û pirsa kurd dê bi demokrasiyê û bi azadiya fireh çaraser bibe” (2005), domand.  

Piştî ku qebûlkirina kurdan ne fermî û ne hiquqî dest pê kir, pêvajoyeke gelek xwezayî derket pêş Tirkîye`yê, ku mafên neteweya kurd hatin minaqeşekirin. Ozalî dema ku hebûna kurdan diyar kir, di heman dem de diyar kir ku “mafên kurdan jî hene û divê kurd jî xwediyê mafên xwe bin û ji bona çareseriya pirsa kurd federasyon û otonomî jî dikare bê minaqeşe kirin.”  

Piştî vê pêvajoyê dezgehên dewletê û îdeologên îdeolojiya fermî ji bona mafên kurdan dest spekûlasyonan kirin û ev spekûlasyonên xwe jî bi ankêtan xwestin ku îspat bikin. Gorî ev anketên dezgehên dewletê û îdeologên îdeolojiya fermî, hat diyar kirin ku kurd otonomî, federalîzmê û dewletê naxwazin. Bi vê rêyê xwestin serê kurdan û tirkan bişon. Ez dikarim bibêjim ku di vê de jî bi serketin. Kurdên Tirkiyewî jî, ji bona nerînên xwe ev ankêt û lêkolînan kirin mînak û belge.  

Di van demên dawî de jî ankêtek pêk hat û di vê anketê de hat diyar kirin ku “kurd ozerkbûnê û otonomî naxawazin.”  Gorî vê anketê dema ku kurd otonomî û federasyonê nexwazin, helbet tê wê wateyê ku dewletê hîç naxwazin.   

Ev nerînan ne rast in.  Lewra ankêt di şertên azad de nayên bi dar xistin. Kurd 100 sale ku asîmîle dibe û siyaseta tirkbûna kurdan bi zor û dezgehên perwerdayî dom dike. Kurd bi azadî nikarin mafên xwe bînin ser zimên. Dema ku mafên xwe bînin ser zimên û bi kurdî qise bikin, hepis dibin û ceza dibin. Dema ku desthilatdariya xwe, dewletbûna xwe, otonomî û ozerkbûna xwe daxwaz dikin tên kuştin, dikevin ber jenosîdê. Dîroka neteweya kurd û Tevgera Kurdistanê şahîdê van bûyeran e.  

Ji bona vê kurd ditirsin ku daxwazên xwe raste rast bînin ser zimên Sinifa şiyar ya siyasî û rewşenbîr nikarine ku bi azadî daxwazên xwe di televîzyonana de, li ber dadgehan û berpirsiyarên dewletê bînin ser zimên. Gelo gelê kurd dê çawa daxwazên xwe bîne ser zimên?   

Loma jî, ankêtên tên kirin ne rast û ne dirust in. Di şertên zor û tadeyê de pêk tên. Ev ankêtan ji bona daxwazên kurdan nikarin bibin pîvan.  

Kurd jî, dema ku bi azadî tevbigerin, gelek aşkere qasî miletên din û miletê tirk dixwazin ku bibin xwediyê maf.   

Kurd jî, dixwazin ku xwediyê dewleta xwe bin. Kurd jî, dixwazin ku bi miletên xwe yên cîran û desthilatdar re ji aliyê statuya siyasî û îdarî de, ji aliyê mafên kollektîf de wekhev bin.    

Kurd jî, kêmtir in, dixwazin ku dewleta têde dijîn bibe dewleteke hevbeş ya wan jî û bibe dewleteke federal.   

Kurd jî dixwazin ku li welatê xwe bi azadî û bi serwerî desthilatdar bin.  

Bi taybetî jî di van çend salên dawî de, ceribandina Başurê Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji bona hemû kurdan modelek e. Ceribandina Başurê Kurdistanê, baweriya kurdan a desthilatdarî xurt kir. Her kurdek, kêmtirin dixwaze ku qasî Başurê Kurdistanê xwediyê maf be.

Loma jî ew ankêtên tên bi darxistin rastiye nîşan nadin. Divê kurd bi van ankêtan neyên xapandin.  

Tirkiye nebe dewleteke federal û Kurdistan nebe otonom/federe demokrasi ava nabe…Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrupayê. Ji bona vê û ji bona çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd û pirsên din, demokratîzebûna Tirkîye`yê pêwist e.   

Ji bona ku desthilatdariya sivîl li her qadê xwediyê bandor be û vesayeta leşkerî û desthilatdariya burokrasiya leşkerî û sivîl dawî bê, guhertineke bingehî ya dewletê  jî divê bibe.   

Ji bona ku Makezagoneke nû ya her neteweyekî, her olekê, her mezhebekê, her îdeolojiyekê, her çînekê bê çê kirin, divê karaktera dewletê bê guhertrin.  

Bi taybetî dema ku Tirkiye nebe dewleteke federal û Kurdistan nebe otonom/federe, demokrasiyeke rasteqîne û di standarta Yekîtiya Ewrupayê de ava kirin, ne mumkin e.   

Çareseriya pirsa kurd jî, bi awayekî bi sîstemeke nû ya demokrat û federal û bi dewleteke di ser neteweyan, ol-an, mezheban, îdeolojiyan, çînan re dikare çareser bibe.  

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Amed, 07. 03. 2010

 

Rojakurd

rojakurd@rojakurd.com

Nivîsên Berê
Jîndar 2009©