Malper | Lêkolîn
Serhev : 5 | Nîşan : 1 - 5
image

Komele û Rêxistinên Kurdan (1900-1918) -1-

Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, “Rojavayê Kurdistanê” yek perçe bû û di bin nîrê ÃŽmperatoriya Osmanî de bû. “Rojhilatê Kurdistanê” jî, di bin destê împeratoriy ÃŽranê de bû. Di dawiya sedsala 19an de, paytextê împeratoriya Osmanî Stenbolê ji bo tevgera kurdî jî bûbû navendeke zor girîng û taybetî ya siyasî. Gelek zane, rewşenbîr û xwendekarên kurd, ji ber sedemên cihê li Stenbolê civiyabûn. Di nava wan de, kesên ji malbatên malmezin û feodalên kurdan jî hebûn. Hinek ji wan malmezinan, piştî serhildanên ku li Kurdistanê bi ser neketibûn sirgûnî Stenbolê bûbûn. Lê gelek kesên dewlemend û zarokên serokeşîrên kurdan jî, ji bona xwendinê li wê derê diman. Di wê demê de, hejmarek hêja ya kurdan jî ji bona kar û xebatê li Stenbolê cîwar bûbûn.

IV- Kurdistan Teşrik-i Mesai Cemiyiti (Komeleya Hevkariya Kurdistanê)

image
“Xal 2: Ligel her gav parastina rûmetbilindayiya sifatê Osmanî, bi parastin û pêşdebirina sîstema parlamenteriyê ku sedemê berbiçav yê pêşveçûna dîn, dewlet, millet û azadiya jiyanê ye, girêdayiya kurdan bi meqamê bilind yê xelîfet û patîşahiyê xurtir bike; bi hemwelatiyên ermenî, nastûrî û xelkên din yên Osmanî ve xweş derbas bike û têkiliyên wan geştir bike; kîn û berberiyên di nava êl û eşîran de rake û aşîtî û biratiyê bi cî bike; ji bo mercên pêşdebirin û jiyanek bi aheng bi hevdû re, hemûyan bi yek carê li derdora navendek meşrû de pêk bîne; senayî, cotkarî û bazirganiyê belav bike û pêş de bibe; ji bo ketina dibistanên li gor dilê wan, rênîşandaniya xwendekarên ku wê ji Kurdistanê werin bike, hêsaniyê ji bo wan çêbike û mesrefên perwedekirina kesên ku rewşa wan ya aborî ne xweş bin, temîn bike”....

"Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti"

Komeleya pêşîn ya kurdan di sala 1900î de, li Stenbolê bi navê "Kürdistan Azm-i Kavi ...

III- Kurd Neşr-i Maarif Cemiyeti (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd)

   Komeleya pêşîn ya kurdan di sala 1900î de, li Stenbolê bi navê "Kürdistan Azm-i ...

II- Kurd Teavun ve Terakki Cemiyeti

image
Di destpêka sedsala 20î de, rewşa împeratoriya Osmanî gelek nexweş bûbû û ketibû nav kirîzek ...
Jîndar 2009©