Malper | Kurdî | 8. Adarê

8. Adarê

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Xidir Ûso /Helbet vê roja ku ji bo azadîya jinê girîng, bi tekoşîna jinên karker û daxwazkirina mafan pêkhatîye. Jinên karker yên li bajarê Şîkago, bi canê xwe berdêlek giranbuha dan, ji bo ku ji alî sîstemê de, mafê wan wek yê mêran bên pejirandin û berdêla keda xwe bistînin, da ku xwe û zarokên xwe xwedîbikin. Lê bi vê serhildanê re, fitîla tekoşîna mafê jinan li hemû cîhanê, ji bo azadîya jinê û wekhevîya jinê ya bi mêr re jî vêxist.

Li cîhanê jin bi gelek şêwe û azînan tekoşîna rizgarîya cinsê xwe didin. Li welatên ku aborîya sermîyandarî pêşde çûye û demokarîseyek bûrjûwazîyê lîberal avabûye, di warê civatî jî û zagonên fermî jî gelek maf bi destxistine û hîn jî bi destdixin. Lê li welatên ku di warê aborî de bi şûnde mane û bi taybetî yên mîna Kurdisatan mêtingeh in, rewşa jinan, nêzî serdema navîn xerabe û di nava alozîyekê de ye.  

Bi bawerîya min, ji bo ku di nava civatê de rewşa jina Kurd başbibe, divê berêberê di warê netewî de Kurdisatan rizgar bibe, gelê Kurd bi giştî bibe xwedîyê welat, aborî û çanda xwe. Rewşa civatê ya sîyasî, aborî û çandî çend pêşde biçe, wê rewşa jina Kurd jî başde bibe û ji bo wê îmkanê tekoşînê bêtir bike.   

Lê divê ev neyê wateya ku bira jin niha tekoşîna xwe ya azdîya cînsî rawestîne û li bendî rizgarîya Kurdistanê bimîne; divê bi tekoşîna rizgarîya neteweyî re, tekoşîna wekhevîya xwe jî bidomîne; lê divê neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê, rizgarîya rastî ya çînî û cinsî bi ya netewî ve girêdayî ye.  

Ez`ê ji we re li jêr behsa rewşa jinên Kurd bikim. Çimkî mîna gelê Kurd, bi qasî ku jinên Kurd tên eciqandin, li tu dera dunyayê, ji wan zêdetir jin nayên eciqandin.   

Hîna li hinek deverên Kurdistanê, mîna serdema navîn û belkî ji serdema navîn jî xerabtir jina Kurd tadeyê dibîne.  

Li devernî Kurdistanê, wek sunetek dînê îslamê, jin hîna bi keçiktî tê sunetkirin. Halbûkî di dînê îslamê de jî me ferz û sunetek werê nebihîstiye.  

Ji bo ku jin qaşo li “namûsa xwe” xwedî dernakeve, li Kurdistanê, tê kuştin, tê lînçkirin (ricimandin), pozê wê tê jêkirin.    

Li welatê me, gelek car jin sinifê dudoya tê dîtin û lêdanê dixwe.   

Tevlî ku qanûnên medenî, mafê mulkîyetê dide wan û di vî warî de bi mêr re wekhev digire, hîna jî jina Kurd ne xwedîyê mulkîyetê ye û ji mafê mîrasê wek mêr fêde nake.  

Mafê jina Kurd tune ye ku li gor serê xwe bigere, bi serê xwe kirîn û firotin bike û li civatan rûnê, bi mêran re sohbet bike. Helbet ji 40-50 salî û pê ve hinekî rewşa wê tê guhertin, lê ne her jin.  

Gava mêr mîna eşyakî û malekî li jinê dinêre, heqaret û lêdanê lê dike, jin jî li hember mêr dikeve tekoşîna, kesayetî, serbilindî û rûmeta xwe. Loma heta ku jê tê, mêr şa nake û mîna ku bêhes û bêdaxwaz be tevdigere.  

Heta gengaz be, beşek mêrê Kurd zarokên xwe yên keç naşînin dibistanê. Hinek destûr dide ku tenê dibistana pêşî bixwînin. Yên destûr didin jî, ji bo şertên ku tê de ne nikarin serfiraz bibin. Ji xwe dewletên mêtinkar jî, wê firsenda pêşdeçûnê ji destê Kurdan teva girtîye.  

Civatek nexwendî û nezan be, wê di tu warî de, ne pêşde bikeve û ne jî di nava xwe de karibe di aştîyê û di dilşahîyê de bijî.  

Piştî salên 1984 an de, ji alîkî ve jina Kurd xwest tevlî şerê çekdarî bibe û bi vê çêweyê bibe xwedîyê azadî û mafê xwe, ji alî din ve jî gundîyên Kurd, bi mîlyonan, nexwendî, bê xwedî karekî bi wesif, bêpere xwe avêtin bajaran; bêxanî, bêkar û birçî man; wê gavê jin û keç ji herkesî bêtir tade dîtin û hatin eciqandin.  

Kurdên ku li xwe danetanîn ku qîz û jinên wan karê kesî bikin, yan mirîyê namûs û şerefa xwe bûn jî, li kevîyên bajaran, di nava keft û lepta jîyanek belengaz û reben de, ji bo parîyek nan bi dest bixin, keç û jinên xwe şandin her karê giran û zêdeyî hêza wan.  

Îro yên ku di sektora fihûşê de tên xebitandin, em li alîyekî bihêlin jî, di binê jêrzemînên bajaran de, di zevîyên pembo û findikan de, di manîfaktor û fabrîqeyan de, bê sîgorta û bêparastin, di mercên gelek xirab de, jin û keçên Kurd tên xebitandin.  

Heger îro jinên Kurd ji yên welatên din bi du qat û sê qat bêtir tên eciqandin, zulm û zodarîyê dibînin, helbet ji bo ku civata Kurd wek mêtingehekê, di warê aborî de gelek bi şûnde maye û ne xwedîyê welat û desthilatîya xwe ye.   

Ji bo ku Başûrê Kurdisatan xwedîyê sîstem û dewletek federal e, hêdî hêdî dibe xwedîyê aborîyekê, îro rewşa jinan li wî beşî baştir dibe, jin xwe bi rêxistin dikin û doza mafê xwe dikin.   

Lê ji alî parlametoya Kurdistana Federal pejirandina zagona pirjinî jî helwestek dij demokrasîyê û ne rast bû. Em hêvî dikin ku li wê parlamentoyê, zagonên ku rewşa jinan, zarokan û kal û pîran baş bike û mafê wan biparêze derkevin...    

 

Jîndar 2009©