Malper | Kurdî | Hîmên Dewleta mêtinkar ewçend rizîyaye…

Hîmên Dewleta mêtinkar ewçend rizîyaye…

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Baran Boskan /Yanê dewlet bi xwe rizîyaye û genî bûye. Tu deverekî wê sax tuneye. Dad û dadgerî, leşkerî, îstixbarat, parêzgerî, burokrasî, perwerdeyî, weşan, parlamento û wd. Herder riziyayî, herder genî her der çete û çetesazî… Ew nikare hebûna xwe bi vî hawî bidomîne. Gereke pir yan hindik, ji bingeh ve yan ji bona nefesgirtinê tenê ji serve lê gereke bê guhertin. Ev xwesteka hanê li gor berjewendîyê hêzên desthilatdarên cîhanê ye jî û tu hêz nikare xwe li ber bigire.

Vebûna van bûyerên nav vê dewleta hov ji xwe ji ber tunebûnîya mixalefetê gelek dereng jî ma ye.  dewleta mêtinkar  li ser laş û xwîna hûrgel û jaran avabûye. Her weha serkêşên avakerên vê  dewleta hov jî  heyşt generalên Osmanîbûn.

Her çend navê vê dewletê komar hatibû danîn jî, hemî berpirsîyar, parlament  her weha hemî desthilatdar ji alîyê Komikek  Taybet ve dihat destnîşankiri. Ev rewş ne tenê di destpêka avakirina vê dewleta Tirk de weha bû, her weha heta roja me jî, her çend hinek guhertin çêbûbin jî, di bingeh de ev nehatîye guhertin! 

Di sala 1923 yan de navê vê dewleta mêtinkar bi haweyek fermî guhertin kirn Turkiye. Her weha dest bi guhertinên navên kes û cî û zevî û deyşt gelî û newal û kanî û navçe û wd. Kirin. Heta karîn bi her hawî hebûna hûrgelan bidin bîrvekirin, pişaftin û hundakirin.

Di destpêka vê dewleta  mêtinkar de tu pîvan ji kuştin, qirkirin, talan û wêrankirina hûrgelan de qet tunebû. Bêyî qirkirin û ji cîwar rakirina bihevreyî ya berxwedanên serokên me Şêx Seîd, Îhsan Nûrî û Seyid Rîza  qet ranewestîya ye. Ev ne tenê li ser gelê Kurd û welatê me Kurdistanê pêkhanîne, her weha liser hemî hûrgelan pêkhanîne û piranîya wan wek hûrgel ji holê rakirine!  

Hûrgelên nebisilman jî bi zordarîya û hovîtîya rojane ve kirine ku yên fersenda revê dîtine ji welatê xwe birevin derkevin, yên kirine bisilman pişaftine kirine Tirk û hinek jî li şûna xwe çelmisîne û bêdeng veşartî mane û bûne destikê dewletê bixwe, kesên hebûna xwe parastî kêm hîştine!

Vê polîtîkaya hovane ewçend di mêjîyan de bicî bûye ku, gotina dewlet  bi nav û hebûna xwe ve tenê tê vateya vê Komika Taybet.  Ji ber vê ye ku Li vê dewleta hov, tu carî parlamento, hukumet, dad û wd şûna dewletê negirtine. Dewlet tim Komikek Taybet ya nehênî, li her cîyî amade, lê dinav leşker de tê zanîn.  Lê dîsa ev dewleta nexwîyayî û li her deverî amade, li ser her tiştî desthilatdar lê li hember tu tiştî ne berpirsîyar e! Tiştek ecêb e û bi tirs û hov e!

Ji alîyek ve, vê dewletê di demajoya xwe de ewçend xwîn rêtîye, zordarî û hovîtî kirîye ku ji bingeh de genî buye, xira buye nikare hebûna xwe weha bidomîne. Ji alîyê din ve, feyde û hêvîya hêzên desthilatdarên cîhanê jî, di bivî hawê vê dewletê de nemaye pêdivî bi guherîn û xizmetên teze de heye!

Ji ber vê jî gereke ev dewleta mêtinkar û hov hilweşe!  Lê mixalefetek ku bi tevayî karibe vê dewletî biguherîne tuneye. Ya heyî AK Partî ku hukumete tenê guherînên li gora berjewendîyên xwe lê ew jî carna gelek bitirs tevdigere.  Ji ber vê jî hestên wê yên guherînê nezelalin û tim guherbarin, rojane tên guhertin! Piranîya gelemşe û derengketinên guherînan jê ji ber vê nezelalîyê ye.

Yanê dewlet bi xwe rizîyaye û genî bûye. Tu deverekî wê sax tuneye. Dad û dagerî, leşkerî, îstixbarat, parêzgerî, burokrasî, perwerdeyî, weşan, parlamento û  wd. Herder riziyayî, herder genî her der çete û çetesazî…  Ew nikare hebûna xwe bi vî hawî bidomîne. Gereke pir yan hindik, ji bingeh ve yan ji bona nefesgirtinê tenê ji serve lê gereke bê guhertin. Ev xwesteka hanê li gor berjewendîyê hêzên desthilatdarên cîhanê ye jî û tu hêz nikare xwe li ber bigire.

Lê ji alîyê me Kurdan ve rewş malkambaxî ye! Hêza desthilatdar yanê PKK çi dixwaze, çi dike nedîyar e. Derveyê wê jî em Kurd ji rêxistinek xwedî hest û helwestên zelal dûrin. Ev çendîn salên k, li ser rewşa heyî  lêgerîn û  xebatên birêxistinbûnî hatin kirin û van lêgeryanan hêjî berdewamin. Lê mixabin tevî carcaran geşkirin û bilindkirina hêvîyan jî em negîhîştine cîyek baş. Gelek caran astengên ku qet meriv hêvî nake ji nav me derdikevin, me dereng dixin!

Pêwistîya me ji her demî pirtir bi rêxistinek nûjen, ji kevneşopîtîya rêxistinan dûr, ne li hevkirina gurûban, li li ser lihevkirina kesan, li ser bingehê neteweyîya Kurd û welatê me Kurdistanê, xwedîyê hest û helwestên vekirî heye.

B. BaranBbaran1@hotmail.com 
Jîndar 2009©