Malper | Kurdî | Di 21 Sibat Roja Zimanê Dayikê de rewşa KURDî

Di 21 Sibat Roja Zimanê Dayikê de rewşa KURDî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Xidir Ûso /Piştî peymana Lozanê ya 1923 yan ku Kurdistan bi çar beşan ji alî çar dewletên mêtinkar hat parçekirin, tevlî ku di vê peymanê de, divîyabû mafê çand, ziman û bawerîya hûrgelan bihata parastin, tevlî ku gelê Kurd ne hûrgelbû û li welatê xwe di piranîyê de bû jî, ji alî dewletên mêtinkar yên serdestê neteweya Kurd, hebûna neteweya Kurd, tevlî welat, çand, ziman û hemû mafên sîyasî û aborî hat înkarkirin û qedexekirin.

Weke tê zanîn, di sala 2000î de, Rêxistina Çand, Zaniyarî û perwerdehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo ku balê bikişîne ser pirsgirêkên hûrgelan û zimanên ku ji holê radibin têxe bin parastinê, roja 21ê Sibatê, wek Roja Zimanê Dayikê îlankir.

  

Ji bo ku zimanê Kurdî jî, ji alî dewletên mêtinkar û bi taybetî ya Tirkî, di warê resmî de qedexe ye, zimanê Kurdî, li welatê xwe, di bin gefa tunekirin û wendakirinê de ye, Kurd bi gelek çalakîyên cûr bi cûr vê rojê pîroz dikin.

Piştî peymana Lozanê ya 1923 yan ku Kurdistan bi çar beşan ji alî çar dewletên mêtinkar hat parçekirin, tevlî ku di vê peymanê de, divîyabû mafê çand, ziman û bawerîya hûrgelan bihata parastin, tevlî ku gelê Kurd ne hûrgelbû û li welatê xwe di piranîyê de bû jî, ji alî dewletên mêtinkar yên serdestê neteweya Kurd, hebûna neteweya Kurd, tevlî welat, çand, ziman û hemû mafên sîyasî û aborî hat înkarkirin û qedexekirin.  

Ji alî dewletên mêtinkar ve asîmîlasyona rûmetên Kurd, bi qanûn, ceza û şîdeta hêzên van dewletan hat pêkanîn. Gava gelê Kurd, çi demê li hember vê çavsorî û zordarîyê serî rakir jî, mêtinkarên nîjadperest û faşîst, bi şîdetek bêhempa û bi malwêrankirin, qirkirin, koçberkirin, zîndan û îşkence bersîf da gelê kurd.

Bi berdewamîya van êrîşan, gelê Kurd ji taqet ket. Tevlî ku serhildan û berxwedana xwe berdewam kir jî, lê dîsa bi sedhezaran, bi mîlyonan Kurdan devji zimanê xwe yê dayikê berdan, gelekan gotin; ”Em Tirk, Faris, Ereb in(!)” Loma di warê civatî û netewî de, heta di warê mirovî de Kurd nexweş ket; cahil ket, xizan ket û bûn kole û xizmetkarên zordaran.

  

Mirov, bi pêwendîyên hilberîna civatî dibe mirov: pêwendîyên civatê bi rêya ziman sazdibin. Ziman, di mejî de hûnandina ramanê pêşde dixe û wergêrê zanîna mejî ye. Zanîn, bi rêya ziman, huner û çandê pêşde dixe, bi endamên civatê parve dike û bi rêya derbaskirin û bikaranîna cîlên nû, xwe ji nû de diberhimîne û diafirîne.

  

Gava zimanê civatekê bête qedexekirin, mejîyê wê civatê tê hêsîrkirin; di warê zanîn, hilberîn, afirandin û xwenuhkirinê de, ew civat tê korkirin û seqetkirin.

Mirovê hemdem û zane, ew mirovê ku zanîna navnetewî wergerandibe zimanê xwe û li zanîna civata xwe zêdekirîye.   

Lê gava mirov, ji dêya xwe zimanek fêrbûbe, biçe dibistanê, wî zimanê dayika xwe qet bikar neyne û ji nû de zimanekî din fêrbibe, wê di jîyana xwe de çend serfiraz be?  

Her Kurdek, divê ji xwe bipirse; xwedîyê zimanekî dewlemend, tekuz û serast e yan na? Heger bibê erê; divê bifikire, navê çend alavê malê, yê hilberînê zane; navê çend pincar, dar, kulîlk (gul), kurm, kêz, teyrik, masî, rawir û hebûnên xwezayê zane?

  

Ji bo civata Kurd, mîna civatên cîhanê yên pêşketî pêşkeve, divê bi zimanê xwe perwerde bibe û bi rêya zimanê xwe, bigehê zimanên navnetewî, bi zimanê xwe huner, çand, teknolojî, tip, matematîk û hemû zaniyarîyên ku li hemû cîhanê belabûye fêrbibe.

Ji bo neteweya Kurd, li ser axa welatê xwe Kurdistan azad bijî, divê xwedîyê hemû sazî û dezgehên civatî yê rêvebirinê be; van sazîyana jî divê bi zimanê Kurdî tevbigere û bimeşe.

Jîndar 2009©