Serhev : 3 | Nîşan : 1 - 3
image

Almanya de Kursê Kirmanckî (Zazakî)

Înstîtutê Ziwan û Kulturê Kirmancî (Zazakî)-ÎKK paytextê Almanya Berlîn de kursê kirmanckî (zazakî) da destpêkerdene. Goreyê malumatê ke ma berpirsîyarê Înstîtutî nuştox Munzur Çemî ra girewtîy, kesê ke kirmanckî (zazakî) zanê, kurs seba înan dîyeno. Kurs de goreyê standardanê qeraranê Grûba Xebate ya Vateyî derse dîyena. Kurs de giranîye hîrê nuqtayan ser o ya: wendiş, rastnuştiş û rehet qiseykerdiş.

Dihok û Mûsil daxwaza kurmancîkirina xwendinê ji serkirdayetiya Kurdistanê dikin

image
Biryara wezîrê perwerdeyê li başûrê Kurdistanê ya li dijî kurmancîkirina xwendinê li deverên kurmancîaxêvan, kurdên Dihokê û Mûsilê pir êşandine û bû egera nerazîbûneka sertaserî li wîlayeta Dihokê û Mûsilê li dijî wê biryarê. Gelek saziyên fermî û sivîl û rojname û kovaran daxwaznameyek ji bo kurmancîkirina xwendinê pêşkêşî serok, parlamento û hikûmeta Kurdistanê kiriye. Em li jêr teksta wê beyannameyê bê çi guhortinan di zimanê wê de diweşînin: ...

Nameya ji bo serokên Başûrê Kurdistanê

image
Komeleya Niviskarên Kurd li Swêdê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockhomê, Redaksiyona kovara VATEyê û Kurmancî – Koma Xebatê ji Serokê Dewleta Federal a ÃŽraqê birêz Celal Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Serokê Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlemena Kurdistanê birêz Ednan Muftî re di 20ê gulana 2009an de li ser pirsa zaraveyan kurdî nameyek hevbeş şandin. Ji ber giringî û hesasiyete vê pirsê, em feydê tê dibînîn ku van daxwaz, hêvî û bîr û baweriyên xwe bi raya giştî re jî par ve bikin....
Jîndar 2009©