Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1
image

Av. Faik Bucak - Sonda Mirinê

Faîk Bucak serokê duyem yê Partiya Demokrata Kurdistana Turkiye -PDKT- bû. Partî di 11ê tîrmeha 1965an ji aliyê 5 kesên welatparêzên kurd ve li Diyarbekirê hatibû damearandin û Saît Elçî weke serokê Partiyê tê hilbijartin. Lê piştî hevldanên taybetî yên katibê Şêx Saîd, Fehmî Bilal Av. faîk Bucak îqna dike dike ku beşdarî nav vê xebatê bibe. Piştî damezrandina Partiyê, hîmdarên Partiyê, du caran Fehmî Bilal dişînin Rihayê cem Faik Bucak ku wî ji bona endametiya hîmdariyê Partiyê razî bike. Faik Bucak vê daxwazê qebûl dike. Piştî Av. Faik Bucak endametiya hîmdariyê qebûl dike, sekreterê Partiyê Dûrnas dihere Rihayê û li mala Faik Bucak li ser program û destûrê dixebitin. Li gor daxwaz û pêşneyarên Faik Bucak guherandinên dawî tên çekirin. “Pêşgotin” li wê derê dikeve pêşiya programê û bi vî awayî li ser program û destûrê li hevdu dikin.
Jîndar 2009©