Malper | Destpêk | Sendîkayên tirk rê li ber "Kürt-İş" digrin

Sendîkayên tirk rê li ber "Kürt-İş" digrin

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Sendîkayên tirk ji bo "Kürt-İş" çênebin zextan li hukumetê dikin Ji îro de tirseke mezin ketiye nav Sendîkayên tirk ku ewê çewa rê li berê bigrin da ku di rojên pêşiya me de sendîkayên kurd li bakurê Kurdistanê ava nebin. Li Tirkiyeyê ji bo ku sendîkayeke cuda bê avakirin divê di branşa karekê de li tevayiya Tirkiyeyê pêwîstiya ji % 10 endaman hebe.

Sendîkayên tirk ji bo "Kürt-İş" çênebin zextan li hukumetê dikin

Ji îro de tirseke mezin ketiye nav Sendîkayên tirk ku ewê çewa rê li berê bigrin da ku di rojên pêşiya me de sendîkayên kurd li bakurê Kurdistanê ava nebin.

Li Tirkiyeyê ji bo ku sendîkayeke cuda bê avakirin divê di branşa karekê de li tevayiya Tirkiyeyê pêwîstiya ji % 10 endaman hebe.

Nuha Tirkiye di çarçovaya pêvajoya Yekitiya Ewropayê de, qanûnên nû yên sendîkayan çêdike. Di reşnivîsa pêşniyarê de mecbûriyeta rêjeya ji % 10 -ê jî tê rakirin.

Sendîkayên tirk ji bo ku ev rêje ranebe zextan li wezîrên hukumetê dikin

Berpirsên sendîkayan radigihînin ku heke ev rêje rabe wê demê ê li bajarên rojhilat "Bakurê Kurdistanê" sendîkayên nû yên kurdan bi navê "Kürt-İş"ava bibin. Ev jî dê wek partiya kurdan BDP bibin tevgereke siyasî.

Berpirsên sendîkayan dibêjin heke qanûn bi vî avayî bên guhertin wê demê tenê li ciyekî kar jî dikare sendîkayeke serbixwe bê avakirin û di roja ku îro behsa vebûnê tê kirin ev sendîka ê pirr bi rehetî bikaribin ji xwe re endaman peyde bikin.

Netkurd

Rojakurd

rojakurd@rojakurd.com

Nivîsên Berê
Jîndar 2009©