Malper | Destpêk | Li Xarpêtê ji erdhejê 51 mirî 50 kes birîndar in…

Li Xarpêtê ji erdhejê 51 mirî 50 kes birîndar in…

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Rojakurd /Vê sibehê li çend gundên Kovancilar`a Xarpêtê seet li dor 4,30an de erdhejek bi lerza 6 qewimî. Di vê erdhejê de heta niha 57 kesan jîyana xwe wendakirine, li dor 50 kesî jî birîndar e. Wek tê zanîn ev dera Kurdistanê li ser xeta qelşa jêrzemîna dunyayê ye. Ev xet heta Çewlik, betlîs û Erzeromê dide berxwe di dereca yekê de herêma erdhejê ye. Her ji çend salan li vanderan erdhejek ku bi sedan/hezaran can distîne diqewime. Ji bo gel bi giranî ji mecbûrî di xanîyên kevir ku bi herîyê hatine lêkirin, yan bi kelpîçan hatine lêkirin û ji bo ev ax têrav dibe, di erdhejek biçûk jî ev xanî tên xwarê.

Ji bo gel xizan e, nikare xanîyên xwe li ber erdhejê ragire avabikin. Alîkarîya ku ji gel re xanîyên tekûz çêbike li dewletê dikeve; lê dewlet jî bac û malê milet li çekan û parastina dewletê xercdike û dîsa pê Kurdan dikuje.

Qeza Kovancilar, li ser kavilê xwecîyên wî welatî avabûye, tirkên ku bi rêya mubadeleyê di 1934an de ji Romanya anîne, lê hatine bicîhkirin. Dewleta tirk, bi qasî ku bi tirkkirina herêmê re serê xwe dêşîne û pereyan xercdike, li cansaxîya gelê herêmê xercbike, her ji çend salan ewçend mirov namirin. 

Ji bo wendakirina qurbaniyên vê erdhej û polîtîkayên dewleta mêtinkar, mirovên me yên ku jiyana xwe ji dest dane, em xemgînîya xwe dîyardikin, ji wan re rahmet, ji mirovên wan re sersaxî û ji birîndaran re xweşî dixwazin.

Rojakurd

rojakurd@rojakurd.com

Nivîsên Berê
Jîndar 2009©