Malper | Destpêk | Qazaq`an bi keviran zarokekî Kurd kuşt

Qazaq`an bi keviran zarokekî Kurd kuşt

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Li navçeya Çîmkentê ya Qazaqistanê ku piraniya akinciyên wê kurd in, zarokekî kurd hate kevirbarankirin. Di encamê de Qadir Zahir`ê 15 salî hate kuştin. Kurdên wê navçeyê jî bifikar in ku bûyerên mezin biqewimin. Li gor ANF’ê piştî ku li gundê Lengerê ku nêzî Çîmkentê ye, roja duşemê ya bihurî zarokekî kurd ê bi navê Qadir Zahir(15) wendayîbû, termê wî li nêzî rûbara Badanê hatiye dîtin. Di encama lêkolînan de aşkere bûye ku Qadir ji aliyê Kazaq û Kirgizan bi kevirbarankirinê hatiye kuştin.

Piştî bûyerê 9 kes hatine destgîrkirin û piştî lêpirsinê 8 ji wan hatine serbestberdan û kesekî bi binyad rûs jî bi tawana kuştinê hatiye girtin.

Welatiyên kurd ên li wê navçeyê ji bûyerê dilteng in û ji wezareta navxwe ku hin polîsên payebilind jî tê de ne, şandeyek ji navçeyê re hatiye şandin.

Gundiyên Lengênê diyar dikin ku kazax neyartiya kurdan dikin ku bûyera ku qewimiyê pêwendî bi wan nakokiyên bihurî re heye.

Di meha sermawezê ya sala 2007’ê de jî her di navçeyên Çîmkentê de provakasyonek rû da bû, kazaxan êrîşî kurdan kiribûn, avêtin ser karxaneyên kurdan û ji ber vê yekê jî 7 gundên kurd jî xistibûn abluqayê.

Pukmedia

Rojakurd

rojakurd@rojakurd.com

Nivîsên Berê
Jîndar 2009©