Malper | Destpêk | Mahkemeya Tirk qeşmerîyên xwe bi Karsazên Amedê kir

Mahkemeya Tirk qeşmerîyên xwe bi Karsazên Amedê kir

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Rojakurd /Bi navê Demet Akalin jinek Tirk, ku bi navê huner xwe nîvtazî dike û bi reqsa qurfokî kêfa muşterîyên xwe tîne, ji bo ku di konserta wê de temaşavanan li gor dilê wê lotik navêtin, jê re nefîkandin û kêfa wê xweşnekirin, ji temaşevanan re got: “Ağabey Diyarbakır’dan mı geldiniz hepiniz? Dağdan mı? Moron moron bakıyorsunuz!” (Axabegno ma hûn tev ji Amed`ê hatine? Ji çîyê? Hûn gêj gêj dinerin!”

Li hember vê heqaret û bêrêtîyê, heft karsazên Amedî, li gorî qanûna ku `ferqîya herêman kirîye û herêmek biçûkxistîye` li mahkemeya Bodrûm ya Sulh Ceza 2. dawe vekir.

Makemê cezayê ku “Merşa Serxwebûnê” ya Tirk binivîse û pênc rûpelan jî şîrova merşê bike da “hunermend”a lotikvan. Ev jî tê wateya ku Mahkemeya Tirk, qeşmerîyên xwe bi karmendên Amedê yên ku vê daweya vekirin kir...

Helbet ev heqaret ne tenê li Amed`îyan, lê li hemû Kurd`an kiribû. Ji bo merşa Tirk merşek nîjadperest e, hebûn û rola gel û hûrgelên din înkar dike. Ew merş bixwe cudahî û heqareta li gelê Kurd e.

Rojakurd

rojakurd@rojakurd.com

Nivîsên Berê
Jîndar 2009©