Zinar Soran
Devrimci Doğu Kültür Ocakları DDKO .1.
Rewşenbîr û xwendekarên kurdan, di nav komele û rêxistinên çepê Tirkiyeyê de jî nasname û pirsa kurdî roj bi roj bêtir dixistin rojeva gotûbêjan. Ne bi awakî programkirî û sîstematîk be jî ew di nav van komele û rêxistinan de ber bi grûbiyê ve diçûn. Di nav xwendekar û rewşenbîrên Kurdan de jî, bîr û baweriya avakirina komele û rêxistinên serbixwe bêtir belav dibû. Di warê lênerîna li ser nasneme û pirsa kurdî de, her ku diçû xeta di nav welatparêz û şoreşgerên kurd û tirkan de qalindtir dibû.
Piştî demekê, hinek rewşenbîr û xwendekarên kurd yên ku di nav rêxistin û komeleyên çep yên Tirkan de dixebitîn jî gihîştin wê baweriyê ku êdî bi xebata di nav rêxistin û komeleyên çepên tirkan de, wê pirsa kurdî zêdetir pêş ve naçe û loma jî divê ew komele û rêxistinên xwe yên serbixwe ava bikin. Ji bo vê armancê jî rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan dest bi hevdîtin û civînan kirin. Di 5ê gulana 1969an de li salona Komeleya Xwendekarên Akademiya ÃŽktisad û Tîcaretê ya Ankarayê 21 xwendekar û rewşenbîrên kurdan dicivin û ji bona avakirina komeleyek xwendekarên kurd dest bi gotûbêjan dikin. Piştî vê civînê, bi vê armancê çend civînên din jî çêdibin
PDKT û berevaniyeke dîrokî -1-
Berî niha bi 44 salan, li Diyarbekirê di 11 tirmeha 1965an de PDKT ji aliyê 5 welatperwer û rewşenbîrên kurd ve hate damezrandin. Bi vê munasebetê, ez dixwazim hinek agahdariyên kurt yên bingehîn û bi taybetî hinek têbiniyên birêz Şakir Epözdeir biweşînim. Hevîdarim ku wê cîlên me yê nû ji vê bûyera dîrokî dersên pêwîst derxînin! “Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê†(PDKTyê) di 11ê tîrmeha 1965an de,li bajarê Diyarbekirê û bi awakî veşartî (îllegal) hate damezrandin. Di destpêkê de, Av. Faik Bucak ne di nav endamên damezrîner yên vê partiyê de bû. Partî ji aliyê Sait Elçî, Ömer Turhan, Derwşê Sado, Şakir Epözdemir û Av.Ş.Elçî hatibû damezrandin. Sait Elçî weke serok, Av. Ş. Elçî weke sekreter û Şakir Epozdemir weke muhasib, Derweşê Sado û Ömer Turhan jî weke endamên hîmdar hatibûn hilbijartin....PDKT û berevaniyeke dîrokî -2-
ÃŽzaha Sait Elçi: (Zebta Dadgehê, r. 6-7) "Tirkiye ji destpêka damezrandina xwe ve, xwediyê civateke etnîk e. Di nav de çerkez, ereb û kurd hene. Beşê mezin ji nîjada tirkan pêk tê. Ew bûn sedemên avakirina ji nav xirbeyê ÃŽmparatoriya Osmanî, damezrandina Tirkiyeyek ciwan. Di vê avakirinê de afirandin û fedekariyên weke hev hene. Zarokên welatên tirk, mebest çi dibe bila bibe, bi tu awayî ji hevdu nayên veqetandin. Destên alîkariyê dirêjê kesên ku li Rojhilatê rûniştine nebûye û li gor vê mafên pêwîst û jiyanek pêwîst ji wan re nehatiye nas kirin. Ne nexweşxaneyek me ya bi hacet û pergalên pêwîst xemilandî, ne fabrîqeyek me, ne jî dezgehên me yên civakî û aborî hene; nehatine avakirin û yên avakirî jî naxebitin. ...Komele û Rêxistinên Kurdan (1900-1918) -1-
Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, “Rojavayê Kurdistanê†yek perçe bû û di bin nîrê ÃŽmperatoriya Osmanî de bû. “Rojhilatê Kurdistanê†jî, di bin destê împeratoriy ÃŽranê de bû. Di dawiya sedsala 19an de, paytextê împeratoriya Osmanî Stenbolê ji bo tevgera kurdî jî bûbû navendeke zor girîng û taybetî ya siyasî. Gelek zane, rewşenbîr û xwendekarên kurd, ji ber sedemên cihê li Stenbolê civiyabûn. Di nava wan de, kesên ji malbatên malmezin û feodalên kurdan jî hebûn. Hinek ji wan malmezinan, piştî serhildanên ku li Kurdistanê bi ser neketibûn sirgûnî Stenbolê bûbûn. Lê gelek kesên dewlemend û zarokên serokeşîrên kurdan jî, ji bona xwendinê li wê derê diman. Di wê demê de, hejmarek hêja ya kurdan jî ji bona kar û xebatê li Stenbolê cîwar bûbûn. ...IV- Kurdistan Teşrik-i Mesai Cemiyiti (Komeleya Hevkariya Kurdistanê)
“Xal 2: Ligel her gav parastina rûmetbilindayiya sifatê Osmanî, bi parastin û pêşdebirina sîstema parlamenteriyê ku sedemê berbiçav yê pêşveçûna dîn, dewlet, millet û azadiya jiyanê ye, girêdayiya kurdan bi meqamê bilind yê xelîfet û patîşahiyê xurtir bike; bi hemwelatiyên ermenî, nastûrî û xelkên din yên Osmanî ve xweş derbas bike û têkiliyên wan geştir bike; kîn û berberiyên di nava êl û eşîran de rake û aşîtî û biratiyê bi cî bike; ji bo mercên pêşdebirin û jiyanek bi aheng bi hevdû re, hemûyan bi yek carê li derdora navendek meşrû de pêk bîne; senayî, cotkarî û bazirganiyê belav bike û pêş de bibe; ji bo ketina dibistanên li gor dilê wan, rênîşandaniya xwendekarên ku wê ji Kurdistanê werin bike, hêsaniyê ji bo wan çêbike û mesrefên perwedekirina kesên ku rewşa wan ya aborî ne xweş bin, temîn bikeâ€...."Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti"
Komeleya pêşîn ya kurdan di sala 1900î de, li Stenbolê bi navê "Kürdistan Azm-i Kavi ...III- Kurd Neşr-i Maarif Cemiyeti (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd)
Komeleya pêşîn ya kurdan di sala 1900î de, li Stenbolê bi navê "Kürdistan Azm-i ...II- Kurd Teavun ve Terakki Cemiyeti
Di destpêka sedsala 20î de, rewşa împeratoriya Osmanî gelek nexweş bûbû û ketibû nav kirîzek ...Mustafa Kemal û pirsa Kurdistanê
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, di pêşengiya dewletên emperyalîst de, dinya ji nû ve dihate par kirin. Di wê demê de, perçê mezin yê Kurdistanê di bin destê împaratoriya Osmanî de bû. Lê împaratoriya Osmanî ji hêz û taqet ketibû û weke meytekî ketibû erdê. Dewletên mezin weke gur û rovîyan ketibûn ser wê beratê û bazara dabeşkirinê dikirin....Programa PDKT
Milletê Kurd, milletekê tarîxî û kevn e. Ew xwehîyê medeniyet û dewlet bû. Ev rastîya dîrokî nayê veşartin. Di jîna milletan de dewrên ketî û tarî hene. Van deman de carna millet hinda dibin, em di rûpelên tarîxa de wan milletan dibînin. Bindestîya milletan ne hindabûne, lewra hindabûn: Tarîxa millî, Ezînîya millî, Harsên millî û Zimanê zikmakî bîrvekirine. Milletê Kurd, xwe hinda nekirîye û sitûnê wî yên millî di cîdane. Lewra milletê KURD DIJÃŽ. Lê belê ev jîyan ne jiyanekî serfiraz û azayî ye. Kurd, îro bindest in. Heqqên mirovanî û millî jê hatine sitandin. Daxwaza me: Milletê Kurd, wek milletên CÃŽHANÊ azad û serfiraz bî. ...Ma Aşê asîmlasyonî tenê dewleta Tirkiyeyê digerîne?
Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ji serî de, li ser înkar û asîmlasyona neteweyê Kurd hatiye ava kirin. Piştî Mustefa Kemal tevgera xwe li Kurdistanê û bi piştgiriya kurdan avakir, dest bi şerê damezrandina Komara Tirkiyeyê kir. Bêguman di destpêkê de, wî hebûna gelê Kurd û mafê wî yê neteweyî înkar nedikir. Di vî warî de soz û peymanên wî ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Lê piştî ku wî bi alîkariya gelê Kurd, Komara Tirkiyeyê ava kir û şûna lingên xwe zexim kir, hêdî hêdî rûyê xwe yê rastî derxist holê. Siyaseta resmî ya dewletê li ser înkara neteweyê Kurd û asîmlasyoneke nîjadperest hate hûnandin. Êdî li gor vê siyaseta wan ya kolonyalîst û nîjadperest, li Tirkiyeyê kurd û gelên din tunebûn, tenê tirk hebûn!...Jiyana gund - 1 -
Malbata Teyar ji kevn de ji gundê xwe bar kiribû û li bajarekî metrepolê bi cih bûbû. Bişar ji bo xwendinê dihere wî bajarî û di hewşa bavê Teyar de odeyekê kirê dike. Teyar û Bişar li eynê dibistanê dixwînin. Piştî demekê ew gelekî ji hevdu hez dikin û dibin destbirakê hev. Bişar piştî dibistana xwe diqedîne, biryar dide ku li wî bajarî bi cih bibe. Pêşî di karên cihê cihê de dixebite û hinek peran dide ser hevdu. Dûre bi wî sermiyanî ji xwe re dikanekê vedike. Rewşa wî ya aborî xweş dibe. Lê bala Bişar her li ser gund e. Wî pir bêriya gund dikir. Ji ber kar û barên dikanê, demeke dûr û dirêj têkiliyên Bişar bi gund re tunebû. ...Nasnameya mêrxasekî Muhsîn Melik
Muhsîn Melik di sala 1951- ê de li bajarê Rihayê tê Dinyê. Ew dibistana pêşî, navîn û lîse li Rihayê dixwîne. Di sala 1971- ê de, li Edenê dest bi universiteya zîraetê dike û di 1976- an de dibe muhendisê zîraetê. Muhsîn Melik hîn di dema xendevaniya xwe de beşdarî nava tevgera niştimanperwerî dibe. Gava Muhsîn li Edenê di unîversîteya Zîreatê de dixwand têkiliyên wî bi hevalbendên "Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyê" (PDKT) re çêdibe û piştî demekê dibe endamê PDKT. Heval Muhsîn Melik di rêxistiniya Edenê û Rihayê ya PDKT de gelek xebatên hêja û berbiçav dike. Di sala 1975- an de beşdarî Kongreya PDKT dibe û weke endamê Komîteya Navendî tê hilbijartin. Di vê Kongreyê de, Muhsîn Melik yek ji wan nûneran bû ku ji bo pêşketin û nûjentiya PDKT hewl dida û dixebitî. Ew hevalbendekî xeta pêşverû û radîkal bû. ...Em dê kengî şewqê Ataturk ji serê xwe derxînin?
Kultur û hînbûnên ku bûne weke perçên kulturê, zû bi zû nayên guherandin. Ev rastiya, hem ji bo tiştên pozitîf û hem ji bo yên negatîf derbas dibe. Gava ji bona xebatên siyasî û geşkirina şiyarbûna neteweyî em li gundan digeriyan, me gelek caran mînakên balkêş yên ku xelk bikaribin bi hêsanî têbigihêjin didan. Ji bona şîrovekirina zahmetiya devjêberdana hinek adetên kevn û neyînî, min gelek cararn mînakan “şewqê Atatürk†dida. ...Mitîngên sala 1967an
Piştî şikestina serhildana Dersimê û zilm, zordarî û terora dewleta Tirkiyê tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê kete nav pêvajoyeke nû. Ewrekî reş û tarî xwe bera ser Bakurê Kurdistanê da û tevgera gelê Kurd kete nav bêdengiyeke ker û lal. Di sala 1946an de, Komara Tirkiyê derbasî sîstema pirpartîtiyê bû. Ev guherandin daxwaza dewletên emperyalîst jî bû. Piştî bicihanîna vê daxwazê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê "Dokturîna Turûman" û "Plana Marşalê" xistin jiyanê. Sermeyayên biyaniyan bi berdahseke fireh berê xwe dan Kurdistanê. Ji bo firotina malên xwe û talankirina dewlemendiya sererd û binerdê Kurdistanê gelek riyên nû hatin çêkirin. Bi vî awayî pêwendiyên nav gund, bajar û herêman Kurdistanê jî roj bi roj geştir û berfirehtir dibûn. ...
Zinar Soran
Nivîsên Berê
- Devrimci Doğu Kültür Ocakları DDKO .1.
- PDKT û berevaniyeke dîrokî -1-
- PDKT û berevaniyeke dîrokî -2-
- Komele û Rêxistinên Kurdan (1900-1918) -1-
- IV- Kurdistan Teşrik-i Mesai Cemiyiti (Komeleya Hevkariya Kurdistanê)
- "Kürdistan Azm-i Kavi Cemiyeti"
- III- Kurd Neşr-i Maarif Cemiyeti (Komeleya Belavkirina Zanînê ya Kurd)
- II- Kurd Teavun ve Terakki Cemiyeti
- Mustafa Kemal û pirsa Kurdistanê
- Programa PDKT
- Ma Aşê asîmlasyonî tenê dewleta Tirkiyeyê digerîne?
- Jiyana gund - 1 -
- Nasnameya mêrxasekî Muhsîn Melik
- Em dê kengî şewqê Ataturk ji serê xwe derxînin?
- Mitîngên sala 1967an
