Xidir Ûso
Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!
Xidir Ûso /Di demek ku Mustafa Kemal, bi gef, komplo û hêvîdanên derew ku beşek axa, şêx û eşîretên Kurd anîbûn alîyê xwe û yên ku serkêşîya tevgera Kurd dikirin, bûbûn du beşan; hinekan otonomî û hinan jî serxwebûn dixwestin, Konferansa Lozan`ê di 24 Tîrmeh 1923 yan de li darket.
Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!
Xidir Ûso /Piştî ku dewleta Sûrî ji bin nîrê “manda” tîya Fransa derket, li ser gelê Kurd dest bi terora dewletê kir. Nasnameyên wan ji destê wan girt. Piştre dest danîn ser mal û milkên wan û Erbên koçer (şawî) anîn li dewsa wan bi cîh kir. Mafê wan nîne ku bibin xwedîyê mal û milkekî, nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê, nikarin pasaportê bigirin û seyahetê bikin. Pêwîstîyên jîyanewî, wek arvan, şekir, gaz û hwd di bin destê dewletê de ku welatî bi buhayekî dikirin, lê van Kurdan mecbûrin ku bi sê qat buha bikirin....Sosyalîstîya Kurdan û Çepelî
Xidir Ûso /Tevgera dîroka rêxistinîya sosyalîst, li Bakurê Kurdistanê, ji salên 1970`an de destpêdike. Li gorî dîroka sosyalîzma cîhanê, hayê civata Kurd pir dereng ji sosyalîzmê çêbû. Sebeba vêya jî: Civata Kurd, ji şerê cîhanê yê yekê heta yê dudoyan, ji alî dewleta mêtinkar ya tirk, ji nû ve hat dagîrkirin û mêtingehkirin. Loma gelê kurd ket nava berxwedan û serhildanê. ...Li Rojhilatanavîn lîstika sîyasî
Xidir Ûso /Herkes dizane kû gelê Kurd ji sedî 95 musluman e, lê van herdu dewletan, tevlî Sûrî û berê jî Iraq, tu xerabîyên nemayî nemaye ku nanîne serê Kurdan. Madem ev dewlet musulman in û xêra musulmanan dixwazin, çima mafê Kurdan qebûl nakin û ewqas zulum, zordarî û qetlîaman tîne serê wan....Serokê Kurdistana Federal M. Barzanî ji alî Tirkîye hat vexwendin!
Xidir Ûso /Serok Mesûd Barzanî piştî hevdîtin û îmzekirina rêzek peyman di navbêna Tirkîye û Kurdistanê de bi wezîrê Tirkîye yê Derve Ahmet Davutoglu re daxwîyanîya çapemenîyê dan....CHP (Partîya Gel a Komarî)
Xidir Ûso /Ev partî, partîya “Komara Tirkîye” ye. Loma hukumet be yan ne hukumet be hertim desthilat e. Ew pêşnîyarkar û parêzgerê derbeyên leşkerî û hêzên tarî yên vê dewletê ne. Ev partî, partîya “Encûmenî Daniş” e, partîya “Ordîya Tirk” e, partîya “Ergenekonê” ye, partîya “Mahkemeyên Bilind” e, partîya “MÎT” û “Milli Emniyet”a polîsan e. Lê tucarî nebûye partîya gel, nebûye dozdarê demokrasî, maf û azadîyan....Guhertina Makezagona Tirkîye
Xidir Ûso /Weke tê zanîn ev nod sal in ku Kurdistan ji nû de mêtingeha Komara Tirkîye ye. Gelê Kurd û rêvebirên wî, ji bo rizgar û azad bibe, gelek rê ceriband û gelek serhiladan û berxwedan pêkanî, lê ji bo ku hêza wî ternekir û piştgirekî wî tunebû, mêtinkarîya Tirk ya Kemalîst bi dilhişkî û hovîtîyek xedar, hemû maf û rûmetên gelê Kurd mandel û qedexe kir, tevger, serhildan û berxwedanên gelê Kurd, bi qirkirin, zîndan û koçbarkirinan temirand. Lê gelê Kurd dîsa jî serî netewand û radest nebû. Heta îro tekoşîna rizgarîyê meşand....1 Gulan û rewşa gelê Kurd
Xidir Ûso /Karker, rewşenbîr û çepên tirk, faris û ereb, heta îro bi gelemperî, bêteref li rewşa netewa kurd nenerîne, di bin bandora sîyaseta dewlet û sermîyandarên xwe û bi hestek şovenî li pirsgirêka gelê Kurd nerîne. Tu demê di mêjîyê xwe de bicî nekirine ku gelê Kurd, li ser hîmê neteweyî xwe bi rêxistin bike, berê wek netewe xwe rizgar bike û piştre dest bi rêxistinî û rizgarîya çîn û gel bike û berpirsiyarîyên xwe yên Enternasyonalî pêk bîne. Loma îro çep û çepel û dîndar û faşîstên van neteweyan, bi yek dengî êrîşî gelê me yê Kurdistana Başûr dikin û wan bi xulamtîya emperyalîzmê gunehbar dikin. Vêna lîstikek muxaberat û ya dewletên wan e. Eger xêrxwazê gelên xwe û gelê Kurd in, heger dixwazin fêda gelê Kurd li gelê wan û li yê cîhanî were, divê berê piştgirîya rizgarîya gelê Kurd ya neteweyî bikin. Ew kes, çîn an rêxistina li hember rizgarîya gelê Kurd ya neteweyî be, ew xizmetkarê mêtinkar û sermîyandarê xwe ne. ...Jenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan
Xidir Ûso /Ji bo ku Komara Tirkîye, ji alî kadirên Ittihat-Terakki ve hat avakirin, rêvebirên vê komarê yên Kemalîst, projeya xwe ya tirkkirina Enedol û Kurdistanê berdewam kirin. Ji alîkî ve dest bi bişaftin, nefîkirin û komkujîya Kurdan kirin, ji alî din ve jî dest bi êrîş û qewirandina gelên ne musluman kirin. Loma dewlet heta îro, him vê qirkirinê diparêze û him jî sîyaseta tunekirin û qirkirina gelê Kurd û hûrgelên li Enedol û Kurdistanê berdewam dike....“Belqitî”
Xidir Ûso /Amed, wê demê, di bin nîrê dewleta mêtinkar ya Kemalîst de, bûbû mîna zîndanek kedxwarî, zordarî û îşkencê. Wê demê zimanê Kurdî qedexe bû. Vexwarin û firotina tûtinê qaçax û qedexebû. Firotina êzing û komira bêdestûr û bêbac qedexebû. Gundîya fêkî, mirîşk û dewarên ji bo firotinê tanîn bajêr jî, esnafên hevkarên karmendên dewletê, gelek caran belaş yan bi nîvheq ji wan disten û newêrîbûn dengê xwe derxistana, çimkî sûcê wan(!) yê mezin Kurd bûn û bi tirkî nizanîbûn. Ji alî kî de bêş, xwîkîtî, şêlandin, tade û îşkenceya qereqol, leşker û polîsan, ji alîkî de ya rexderan (kolçî) û karmendên bacê, gelê Kurd anîbûn emanê! ...Cejna Newroz
Xidir Ûso /Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di rûniştina 14 Sibatê de, cejna Newrozê wek mîrateke çandî ya mirovatî binav kir û wek cejneke fermî ya navneteweyî qebûl kir û Newroz xist nava rûpelên salnameya cîhanê. Sala berê jî UNESCO cejna Newroz`ê, wek bermayeke mirovî û çandî naskiribû. ...Gelo mirovên di Erdhejê de mirin, ji ber xanîyên kelpîç bû yan ji polîtaka dewletê bû?
Xidir Ûso /Hêza aborî û erka dewletê di destê kê de be, çi mixabin li wî welatî çapemenî, weşan û medîya jî di bin destê wan de ye û li gorî berjewendîyên wan tevdigere. Lê divê em qebûl bikin ku teknolojîya navneteweyî û înternetê ji dervî îradeya serdestan qadek medyaya azad vekirîye....Divê em dersên girîng ji komkujîya Halepçe derxin..
Xidir Ûso / Weke tê zanîn dewletên serdestên Kurdistanê berjewendîyên xwe di helandin û tunekirina gelê Kurd de dîtîye. Kînga tekoşîna gelê Kurd bilind bûbe, dewletên dagîrker mîna yek dewletê tevgerîyane, li hember tevgera Kurd hevkarî û yekîtî kirine û tevgera Kurd bi bêînsafî fetisandine. Ji bo parvekirin, perçekirin û eciqandina gelê Kurd peymanên wek Qesra-Şirîn, Lozan, Peymana Agirî, Peymana Cezayir û gelek peymanên din di nav xwe de çêkirine. Lê carcaran dagîrkeran, ji mecbûrî hinek peyman pejirandine û ew peyman di nava xwe de ne mihandine û li ser xwe wek neheqîyekê dîtine; loma kengî firsend dîtîne, li hember hev maf pêşde dane û carina jî êrîşî hev kirine. ...8. Adarê
Xidir Ûso /Helbet vê roja ku ji bo azadîya jinê girîng, bi tekoşîna jinên karker û daxwazkirina mafan pêkhatîye. Jinên karker yên li bajarê Şîkago, bi canê xwe berdêlek giranbuha dan, ji bo ku ji alî sîstemê de, mafê wan wek yê mêran bên pejirandin û berdêla keda xwe bistînin, da ku xwe û zarokên xwe xwedîbikin. Lê bi vê serhildanê re, fitîla tekoşîna mafê jinan li hemû cîhanê, ji bo azadîya jinê û wekhevîya jinê ya bi mêr re jî vêxist....Di 21 Sibat Roja Zimanê Dayikê de rewşa KURDî
Xidir Ûso /Piştî peymana Lozanê ya 1923 yan ku Kurdistan bi çar beşan ji alî çar dewletên mêtinkar hat parçekirin, tevlî ku di vê peymanê de, divîyabû mafê çand, ziman û bawerîya hûrgelan bihata parastin, tevlî ku gelê Kurd ne hûrgelbû û li welatê xwe di piranîyê de bû jî, ji alî dewletên mêtinkar yên serdestê neteweya Kurd, hebûna neteweya Kurd, tevlî welat, çand, ziman û hemû mafên sîyasî û aborî hat înkarkirin û qedexekirin....Li Îran`ê kuştina xortên Kurd berdewam e!
Xidir Ûso /Bi dilekî xemgîn û hêrsek li dijî zordarîyê, me bihîst ku rejima Îran ya sofîkên kevneperest, li meydanek bajarê Ûrmîyê, li pêş çavê gelê Kurd, pênc xortên doza mafê neteweya Kurd dikirin, bidardakirine. Li cîhana hemdem cezayê dardakirinê û kuştinê rabûye; lê rejima kevneperest ya sofîkan, ew xortên Kurd ku bi armanca mafên gelê Kurd yên rewa, yên neteweyî tevdigerin û çalakîyan pêktînin, wan bi lênerînek bêhuqûqîya serdema navîn di îşkenceyên giran re derbas dike û dûvre jî li pêş çavê gelê Kurd zarokên wan dardadike. ...Belge-Pirtûkek di derbarê Serhildana Şêx Ubeydulah Nehrî
Xidir Ûso /Berî ku ez wergera analîza di derbarê vê pirtûkê de pêşkêşî we bikim, dixwazim bi kurtî şîrova xwe pêşkêşî xwendevanan bikim: Li gorî bawerîya min, wê demê dewleta Brîtanya, ya dixwaze bi rêya derxistina şer û serhildanên gel û hûrgelên bindest, dewleta Osmanî û Faris, di warê aborî qels bixe û bi xwe ve girêbide, yan jî karibe parçe bike û bi vî awayî têxe bin destê xwe. ...“Çi şanazîye yê bêje ez Kurd im!”
Xidir Ûso /Li pêş çavê me, milên zarokên me dişikînin; bi qûndarê sîlehan serê zarokên me dipelêxin; zarokên me yên duwazdeh-sêzdeh salî, bê sûc û bêsebeb, didin ber gulehên tifing û topan; ji bo ku çima pêşandan kirine yan kevir avêtine çekdarên dewletê, bi sedan zarok di girtîgehan de girtîne, yan ji wan re cezayên giran tê xwestin, yan jî cezayê giran li wan hatîye birîn. Herî dawî, çîroka Ceylan`ê û Bêrîvan`ê herkesî bihîst!...Nexşeya rê û Çareserî
Wer xwanêye ku rizgarîya gelê Kurd, wê li demê belav bibe. Gava ku şîdeta çekdarî ji holê rabe û şêweyê tekoşîna netewî bêt guhertin. Destketin jî ji qonaxa herî nizm ve wê berbe qonaxa dawîn de here. ...Li Zîndana Amedê rewşa rojane (1981-1984)
(Dua) Li zîndana Amed ya 5 nolî Tipa-E ya salên 1980 yan de, îşkence bi duaya xwarinê destpêkir. Pêşî wek kiryarek lêşkerî ya pêwîst bi me dan kirin. Lê piştre wek pêlinga îşkencê ya pêşî kirin serê me. Ew taktîka pêşî ya dana serîtewandina me bû. Pêşî bêlêdan xwarin dihat û gardîyanan xwarin tanîn devê derî, lê piştre bi me hêsîran xwarin ji xwarinxanê bi tekmîl, merş û talîm û lêdan didan anîn. Hêsîr, li gorî hejmara qerwaneyan derdiketin. Yê derdiketin, li devê derî kabokên xwe li hev didan û bi dengê bilind kunya xwe dixwendin. Gava gardîyan neecibandaya, her yek deh dar li destê wan dixist. Piştî ku xwarin ji xwarinxanê tanîn, me qerwane datanîn û disa bi şêweyê berê tekmîl dida û bi dengê bilind digot: “Fermana te hat cî, serdarê min!†Lê “serdarâ€, wê dîsa jî bahaneyek bida pêş, ya wê bi cop, sîle û kulmizka li ser çav û ruyê me bida, yan jî wê bi rewtên daran li dest, ling û tilmeqûnê me bidana. ...
Xidir Ûso
Nivîsên Berê
- Peymana Lozan`ê xeniqandina gelê Kurd e!
- Mêtinkarîya Sûrîye ji Kurdan çi dixwaze?!
- Sosyalîstîya Kurdan û Çepelî
- Li Rojhilatanavîn lîstika sîyasî
- Serokê Kurdistana Federal M. Barzanî ji alî Tirkîye hat vexwendin!
- CHP (Partîya Gel a Komarî)
- Guhertina Makezagona Tirkîye
- 1 Gulan û rewşa gelê Kurd
- Jenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdan
- “Belqitî”
- Cejna Newroz
- Gelo mirovên di Erdhejê de mirin, ji ber xanîyên kelpîç bû yan ji polîtaka dewletê bû?
- Divê em dersên girîng ji komkujîya Halepçe derxin..
- 8. Adarê
- Di 21 Sibat Roja Zimanê Dayikê de rewşa KURDî
- Li Îran`ê kuştina xortên Kurd berdewam e!
- Belge-Pirtûkek di derbarê Serhildana Şêx Ubeydulah Nehrî
- “Çi şanazîye yê bêje ez Kurd im!”
- Nexşeya rê û Çareserî
- Li Zîndana Amedê rewşa rojane (1981-1984)
