Siddîq Bozarslan
95 Salîya Salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan)û Kurdan
Siddîq Bozarslan /24´ê Nîsanê, 95 salîya salvegera Komkujîya Fileyan (Ermenan) e. Bi awayeke dî Komkujîya Ermenan a mezin di 24´ê Nîsana 1915´an da pêkhatîye. Li herêma Amedê û li gelek herêmên din, di nav gel de ji bo ermen(î)an gotina File (şiklê pirejimara wê Fileyan) dihat bikaranîn û lewre min jî di serî de vê gotina bikaranî. Ev gotin, bi gelemperî ji bo kesên ne misilman, yanê yên xaçparêz tê bikaranîn.
Divê Kurd Xwedîyê Pêşneyarek bin!
Siddîq Bozarslan / Pêwistî heye ku em bînin bîra xwe, dema guftûgoh li ser pirsa Kurdî di Lozanê de berdewam dikir; M. Kemal Ataturk, protokolek bi 73 şexsîyetên Kurd (şexsîyetên xwedî nifûz wek serokeşîr, axa, beg, şêx û hwd) dabû îmzakirin ku Meclis û Hukûmeta Tirk a Kurdan e jî û nûnerên Tirkîyeyê Kurdan jî temsîl dikin. Bi vî awayî rejima Kemalîst bi ser ket û piştgirîya raya Ewrûpayê û ya cîhanê sitand û bû dewlet. Pêvajoya piştî Peymana Lozanê tê zanîn ku Kemalîstan li Kurdan ba dan; polîtîka înkar û qedexekirina miletê Kurd, zimanê Kurdî û her heyîyên Kurdistanî dest pêkir û hin ji wan şexsîyetên ku protokolê îmze kiribûn jî şandin ber darên sêpikê. Ev polîtîka hovane heta roja îroyîn hatîye domandinê û Kurd û Kurdistan bê nasnameya sîyasî hatîye hiştin. ...
Siddîq Bozarslan
