Cano Amedî
Ankara-Şam orijinli “yol göstericilere” dair
Cano Amedî /Yıllardır, Türk siyasal yaşamında mehteran bir şevkle mücadele eden kimi aydın ve sol etiketli yapılar, toplumsal dönüşümlerin baş gösterdiği girift zamanlarda bütün enerjilerini Kürd sorununun ehlileştirilmesi için harcamaktalar. Özellikle de bu kesimlerin, her ne hikmetse ciddi toplumsal çalkantı ve sistemin ölümcül erozyonuna rağmen daima aynı araç, misyon ve olanaklara sahip olduklarını görüyoruz.
Şîroveyek li ser komcivîna CHP ê!
Cano Amedî /Ji niha ve, rayedarên CHP`ê û çapemenîya kûr, dest bi derew û xapînokan kirine û dibêjin: “Pirsa Kurd, pirsa xizmet û işguzarîyê ye. Emê bi paketên aborî û bi fersendên karbidestxistinê, pirsa Kurd çareser bikin” Lêbelê pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê pirsgirekek navnetewî û ya siyasî ye. Pirsa Kurd û Kurdîstanê ji bo gelê Kurd tê vateya li ser axa xwe xwedî deshilatdarî û dewletbûn e. Lê em dizanin heta îro partîyên hatine û yên hene hemû jî li dijî van daxwazan e û her tim li dijî gelê Kurd hevalbendîya hev dikin....REXNE Û XWEREXNEKİRİN (2)
Cano Amedî /Li gor dîtina min, ji bo rexnekirinê rêya baştir ewe ku mîrov herdem hilberandina çandî, ramyarî û guherandina civakî bêrawestin biparêze, lê xwedî derkeve. Yanî divê armancek rexnên me hebe. Bila rexne be çewa dibe bila bibe, ne dîtineke rast e. Gava em li ser qeydên çêkirin û pêşdebirinê rexnên xwe diyar bikin, bawerim ku emê gellek encamên girîng jê bigirin. Eger em hewcedarîya vê girîngîyê bibînin û li ser bersîva wê bisekinin, ez bawerim ku serfirazî û qezenca me wê ji her demê zêdetir be. Lê gava em wekî doh, li pey rexnên dûrî çêkirin û pêşdebirinê bimeşin, wê pirsgirekên me roj bi roj zêde bibe û wê jîyana me jî tehl bike. Ji ber vê yekê, divê em dûrî rexnên neyênî bisekinin. Wekî me li jor jî got, eger rexnên me di mijara çandî, hunerî û ramyarî de be, berîya her tiştî divê em ne xwedîyê wan kêmasî û xeletîyan bin. ...Rexne û xwerexnekirin (1)
Cano Amedî /Ji mêj ve di hêla rexnekirinê de, di nav rewşenbîr û endamên komel û rêxistînên me de, dîtineke çewt wekî kevnoşopîyekê di jîyana me de cîh girtîye. Pirî caran ev dîtin, jîyana me, di bin bandora xwe de dihêle û mîrov bêhemdî pê aciz dibe. Ev dîtina çewt, ji alîyê hinek kesan ve bizanetî an binezanî tê parastin. Lê em dizanîn ku armanca rexnekirinê, çêkirin, serastkirin û pêşdebirin e. Rexnên di nav dost û hevalan de tê kirin, na şibihe yên li hemberên neyaran tên kirin. Rexne, têvel têvel in. Ancax rexnên ku em li ser disekin û dixwazin lec bikin, yên di nav heval û hogiran de çêdibin. Lê çi heyf e ku pirî caran, em dibînin ku li ser navê rexnekirinê, em rexnên xwe li hemberî hev wek çekek xirab dixebitînin û hevdû pê diêşînin. Bi vî avayî em rêya çêkirinê û pêşdexistinê bi destê xwe digirin....Yek Gulan Pîroz be!
Cano Amedi /Li welatê me hêzên metînkar û dagirker, hemû mafên me yên neteweyî ji holê rakirine û gelê Kurd bi salan e ku di bin zilm û zordarîyê jiyana xwe didomîne. Lê di hemû deman de gelê Kurd, kêm zêde di hemû qadên jiyanê de ji bo azadî û serxwebûnê xebat kirîye û doza xwe şopandîye. Li hemû perçên Kurdîstanê gelê Kurd, li gorî şert û mercên rêxistinbûna xwe li keda xwe xwedî derketîye û berdêlek daye. Ez naxwazim zêde mînakan bidim, lê di dawîya salên 1970 an de li Bakûrê Kurdistanê gelek rêxistin û partîyên Kurdîstanî li 1 Gulanê xwedî derketine û bi awayekî gisayî pîroz kirine. Yek ji wan pîrozbahîyan jê jî pîrozbahîya 1 Gulanê ya bajarê Mersînê bû. Rêxistin û Partîyên Kurdîstanî bi cil û bergên Kurdî, bi girsayî beşdarbûn, beşdarvanên pîrozbahîyê, wê salê di bandora wan de ma. Hêzên metînkar û çapemenîya wan îddîa dikirin ku bi sedan pêşmerge, bi şal û şapikên Kurdî beşdarî pîrozbahîyan bûne....Adar, Newroz û hêvîyên rojên azad
Cano Amedî /Di dîroka hemî gelan de, cejin û rojên netewî yên girîng hene, lê kêm cejin hene ku wek Newrozê dîrokê û pêwîstîyên rewşa rojana dinav xwe de rapêçe be; kêm roj hene ku wiha hêvî û doza têkoşîna azadî û serxwebûnê di nav xwe de bi cîh kiribe. Ji ber vê yekê ku gelê Kurd her sal vê cejna xwe ya netewî di hemû demên xwe yên xweş û nexweş de, li hemberê Dehaqên rojanê, wek sembola têkoşîna azadî û serxwebûnê, bi hêvîya pêkhanîna nemirên doza Kurdîstanê her tim pîroz kirîye û kirîye qada têkoşînê. ...Ji bo armancên stratejîk pêvîstîya me bi rawestinek hevpar heye!
Cano Amedî /Weke tê zanîn, di 7 ê Adara 2010 an de, li İraqê hilbijartinên Parlemento wê pêkbên. Hilbijartinên vê demê, ji bo hemû netew û kêmnetewên İraqê gelek girîng in; lê belê bi taybetî jî, ji bo gelê Kurd taybetmendîyek girîng radixe ber çavan! Di pêvajoya îroyin de gelê Kurd, bi hemû hêz û qewetên xwe dikare fersendên zêrîn bi dest bixe û ber bi armancên xwe yên netewî ve nêzîk bibin....Xelata nijadperestî û bêehlaqîyê!
Cano Amedi \Çend roj berê, di rojnama “TARAF” (28 :03:2010) de nûçeyek balkêş hebû. Ser nivîsa nûçê ewha bû: “Xelata ‘wezîrê Faşîst’ ji bo cîgirê serokê HSYK ê.” Di berdewama nûçeyê de radigihand ku Baroya Stenbolê, îsal xelata Mahmut Esat Bozkurt Ödemiş, ya huqûqê ji bo Kadir Özbek, ku cîgirê serokê Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgeran (HSYK) e, layiq dîtibû. ...Pêwistîya siyasetek neteweyî
Cano Amedî/ Di dîroka gelê Kurd de, gelek caran fersendên zêrîn bi dest kêtîne, lê belê ji ber ku gelê Kurd ji alîyê netewî, sîyasî, dîplamasî û rêxistinî ve ne amade bûye, ew fersendên zêrîn bi ser neketîne. Sedema bi ser neketinê jî ya esasî ji statuya Kurdistanê tê. Dagirkerî û kolonyalizma navnetewi, rê nedaye ku gelê Kurd pêvajoya netewî bi awayekî sirûştî (xwezayî) temam bike....Korku Cumhuriyetinin Jakobenleri
Cano Amedi/ Ergenekon tartışmalarının başladığı günden bu yana bir takım çifte maaşlı akademisyen, gazeteci, sosyolog ve aydın, bulundukları yer ve pozisiyona paralel ve bir o kadar da perde gerisindeki sahiplerinin, patronların çıkarlarına denk düşecek şekilde duruş sergilemekteler. Bu kişiler, sahiplerine yaranmak için konuları sulandırmak, dikkatleri başka yöne çekmek ve gündemi saptirmak için sürekli sorunların içeriğini ve önemini magazinleştirmeğe yönelik özel çaba sarf ediyorlar. Bunların her türlü insani değer yargılarından ve etik kurallarından uzak bir şekilde sıradan bir cellat ruhuyla hareket ettiklerini biliyoruz. ...Kurd û pêvajo
Gelê Kurd, di demek stratejîk û pir girîng de derbas dibe. Lewra pêvajoya ku em tê de dijîn, pêvajoyek hebûn û tunebûnê ye. Sîstema kolonyalîst bi hemû sazî û dezgehên xwe li dijî gelê Kurd di hemû waran de, şerên taybetî dimeşîne. Di van salên dawî de, şerê psîkolojîk zêdetir bi kar anî û xuya ye dewleta dagirker di vî warî de bi ser ketîye. Gelê Kurd, carek din li hemberî dîrokê xwe “test†dike. Wekî hemû neteweyên di bindest de mane, wê ya bibe xwedîyê mafên xwe yên demokratik û neteweyî, an jî wê bi destê xwe zîncîrên, ku sed hezar salan zêdetir e, di sutîyê wî de zeng girtîye, ji nû de paqij bike û bixe sutîyê xwe. ...
Cano Amedî
Nivîsên Berê
- Ankara-Şam orijinli “yol göstericilere” dair
- Şîroveyek li ser komcivîna CHP ê!
- REXNE Û XWEREXNEKİRİN (2)
- Rexne û xwerexnekirin (1)
- Yek Gulan Pîroz be!
- Adar, Newroz û hêvîyên rojên azad
- Ji bo armancên stratejîk pêvîstîya me bi rawestinek hevpar heye!
- Xelata nijadperestî û bêehlaqîyê!
- Pêwistîya siyasetek neteweyî
- Korku Cumhuriyetinin Jakobenleri
- Kurd û pêvajo
