Baran Boskan
Dewleta Mêtinkara Tirk di navbera xewna Împaratorî û metirsîya Kurdistanê de dudilo ye
Baran Boskan / Lê, li vir metirsîyek derdikeve holê! Van dewletên hedefa pêşîn ya guhertinan û tevî Tirkîyê herçar jî dewletên mêtinkar in û Kurdistanê di nav hev de parvekirine û şirîkê gunehên hev in, derdên wan û metirsîya wan yek e! Ji ber vê jî tevî vê xewna şêrîn jî metirsîya ji Kurdistanê astengîyek mezin datîne pêşîya wan. Gelo gava Kurd hinekî ji van qeydên mêtinkarîyê rizgarbin wê çibikin?
Hîmên Dewleta mêtinkar ewçend rizîyaye…
Baran Boskan /Yanê dewlet bi xwe rizîyaye û genî bûye. Tu deverekî wê sax tuneye. Dad û dadgerî, leşkerî, îstixbarat, parêzgerî, burokrasî, perwerdeyî, weşan, parlamento û wd. Herder riziyayî, herder genî her der çete û çetesazî… Ew nikare hebûna xwe bi vî hawî bidomîne. Gereke pir yan hindik, ji bingeh ve yan ji bona nefesgirtinê tenê ji serve lê gereke bê guhertin. Ev xwesteka hanê li gor berjewendîyê hêzên desthilatdarên cîhanê ye jî û tu hêz nikare xwe li ber bigire....AKP Ji vê demajoyê nikare bizîvire
Jibona ku Tirkîyê di vê rêbazê de bixwaze bibe diranek, gereke di nav xwe de bêdeng be, hinek haştkirî be, ev jî vateya ku gereke heta radeyek Kurdan haşt bike, her weha li gel derdorê jî... Ev erk jî li ser milên Hukumeta AKP ye. Ya wê li gor pêwistî gav bavêje ya wê ji ser nîr here! Rêyek navbeynê tuneye. Ji xwe rewş li ber çavan e! Gava Kemalîst dubare nîrê xwe sererast bikin dîndar nikarin qet nêzîkê dewletê jî bibin û mafê sîyasetê jî ji wan re namîne. Yanê ya wê Erdogan dev ji Hukumetê û sîyasetê berde yan jî wê tevî mixalefeta nava xwe jî dinav xeta vê rêbazê de bimîne!...Hilbijartinên Kurdistana Federal destpêka demajoyek nû ye
Her weha ez bawer nakim ku PDK vê hilbijartinê bike wek keysfesalek û li YNK bizivire. Lê ev jî berbiçav e ku YNK ne xwedîyê hêza xwe ya berê ye. Tevî ku li gor lihevkirinên herdu alîyan dibe ku Hukumet di bin Serokwezîrek ji YNK (Birêz Dr. Berhem Salih) be, lê wê di biryar û rêvebirîyê de mîzana heta niha heyî serûbin bibe. Her ku here wê giranîya PDK pirtir bibe, ev jî di rêvebirinê de dikare bibe egerên alozîyên nû. ...Kontrola civakî
Jîyana merivatîyê bi jîyana civakîve girêdayî ye. Her weha jîyana merivatîyê li derveyî jîyana civakî nabe. Yanê meriv û merivayetî bi jîyana civakêve heye. Civak bi xwe ji merivan pêkhatîye. Lê civak li gor dem, dever û rewşê ve tê guhertin. Yanê civak bi xwe jîndar e. Civak xwe li gor jîyana endamên xwe diguherîne. Meriv jî, li gor hest û helwestên xwe di nav civakê de cîyê xwe digirin. Rewşa merivan, hest û helwestên merivan dinav civaka fire yan jî bi gotinek din civaka mezin de civakên teng yanê civakên piçûktir amade dikin....Gelo, çareserîya Kerkûkê bi şûnda tê havêtin?
Hinek nîşan hene ku metirsîya me li ser çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê kûrtir dike. Ji xwe piştî ku di sersala îsal de çareserkirina xala 140 î ya Destûrî ya Iraqa Federal 6 meh paşvexistinê şûn de bêdengîyek serde. Herçend pirsgirêka êrîşkarîyên Dewleta mêtinkar a Tirk di rojevê de cîyê germ digirt. Ev egerek mezin bû ku gengeşîyên ser pirsgirêka Kerkûkê di rojevê de şûna xwe ya germ bihêle. Lê div ê demajoyê de hinek nêşanên din jî derketin hole ku meriv ditirsînin. ...
Baran Boskan
